Ez Heval Marks û Frederîkê Kurê axê hatin Rûsyaye ba Rêheval Îlîç û Joseph.
Joseph dibêje: Erdal benda çi ye? Bila tiştekî bike. Tiştekî, tiştekî, tiştekî!!!
Rêheval Îlîç dibêje: gelo Divê çi bê kirin?
Rengê Rêheval Marks davêje û nişkave dibêje: "Dibe hemû karkerên cihanê bibin yek"
Rêheval Îlîç dibêje: Şemoye Kurd dibêje berî her tiştî Kurd im. Joseph dîbêje: Ez di çavên wî de hesretiya sibîryaye dibînim. Frederîke Kurê Axê "Ne tu kes, ev bênamûse josephe wê pergala ma xera bike" û berê xwe dide mala bavê xwe.
Pîştî gotina Frederîkê Kurê Axê pêvçûnek derket. Frederîkê Kurê Axê filitî lê belê Marks hat girtin. Marx " hey stalînê poz dolme bila yeka te nebe dudo, hêvî dikim tu xêre ji zarok û jinên xwe nebînî"
Marks bi dengekî henûnî destê wî kelepçede "Zindana Moskovayê em ê bişkînin pola karkeran em ê derînin. Ha bajarê moskovayê ha bajarê me çima girtîne rêhevalên me" Karker û kedkar bi yek dengî dûbare kir xeynî Casimê Celîl. Casimê Celîl Kekê Marks tu ji Amedê tê were Kekê xwe himbez bikim...
*Destpêk wê bê nivîsandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder