6 Nisan 2019 Cumartesi

Ez, Heval Marks û Firederîkê Kurê Axê- Beşa 1emîn

    Ev çi ye yaw, weke çil sale razayî me. Seat 6:35e dîsa dereng mam, îro Kurê Axê û Heval Marks ê were. Hewce dike êdî nebêjim Kurê Axê qandî kerekî bûye dilê xwe dihêle mêro. Dibêje qey derew e, bavê wî Axayê 7 gunda ye, êdî gund derketiye çûye bajêr bûye patron ê karxaneyen, lê hê Axatiye dike. 


    Qutiya min li ku bû? ji xwe re cixarekê bipêçim, herim  Qehwa Koçêra li benda wan bisekinim. Belkî hatibin jî, dîsa herim lezoyekê vexwim. Heke bipirsin ezê bêjim min rê de Marqosê Xerzî dît silavên wî ji were hene.


    Ji malê derketim, destê min de cixare, di pozê min de behna petrolê, serê min dîsa tevliheve, min zahf bêrîya Qerecdaxê kiriye. Hewce dike ji wan her duyan xilas bibim, şûnda biçim Qerecdaxa şewitî. Cixare xilas bû rê jî xilas bûye:
-Silav Xalo.
-Eleykim Silav Pûtperesto!
    Başe Xalo, tu pey nifirê xwe şûnda lezoyekê nade min? Xalo: ``Quzilqurtê vexwe, serê sibehe heta êvare lezo vedixwî. Sê meh ê, te qiruşek pere jî nedayî. Dia bike, tu xwarziye me yî. Min nedihîşt tu ji ber qehwê derbas bibî. Ha ziqqûma te vexwe, biceheme here,`` Tu yê zahf bêriya min bikî Xalo, îro du mêvanê min tên, paşê ez ê vegerim Qerecdaxê. ``Qerecdax qerecdaxa te ye, ji kevira pê ve çi heye li wir?`` Azadî heye xalo, azadî! ma tu nabînî li ber her sikakê kuçikek heye. Cihê ew nînin, kuçikên me hene ewti ewta wan ê. Belkî azadî zikê me têr nake, lê ew ê rihê me têr bike.


   Merheba Heval Marks tu bi xêr hatiyî, ka Kurê Axê  yaw? ``Rê de me Marqosê Xerzî dît behsa ax, azadî û pîvaza kir, min ew berdan ez hatim.`` tu dîsa xêr hatiyî. Xalo ji Heval Marks re çayek. Ê de bêje lo kîjan bager we avêt wan deran? `` Çawa bêjim, êdî sebra min qediya ye, divê em ji derekê destpê bikin.`` Ew der eşkere ye, jixwe em ê ji Qerecdaxê destpê bikin. 
``Dev ji vê xeyalê berde, Qerecdax nabe zivistan ê kes nîne. Em destpê bikin, bihar ê bibe zivistan, rezîlti ye. Em ê ji Parîse destpê bikin. Karker wê alîkarî bidin, em ê pergala wan hilweşînin.`` Baweriya min bi te û karkaren tê, lê bi wan dikanciyen çavsor qet nayê.
    Xêr hatiye Kurê Axê, tu nehata? ``Yaw, dema mijar dibê pîvaz ev Xerzî nasekinin. Ez dibêjim kartol(patat), ev dibêje pîvaz. Jixwe sala çû bavê min bi tona pîvaz veşart, heya biha bû, îsal ew ê kartola veşerîne zanim. Lê bawernake min jî got nîvî pîvaz nîvî kartol qebûl kir.``başe em îsal mixtacî xelkê nabin, hûn dîsa bûne bazirgan.


    Ha vê qutiye, ji me re cixara bipêçe Frederîk. Divê em hin kesan jî bi xwe re bibin. Mînak du sê qirixê Amedê, hinek Botî, hinek Koçer û Gewendeyek. Frederîk ``her tişt temam em ê, em ê  çi bikin Gewende?`` divê moral hebe, serkeftin heye, dema em ber bi  Rihaye ve diçin em gewendeyekî bigrin.

    Marks ``temam, rabin em biçin rê dûr e`` başe ez biçim Marqos ra bêjim, ez îşev, sibe, du sibe û heta demek dirêj nînim. Frederîk `` min jê re got, got cehnima û kotirima wî kirî ye/``Baş e Xalo, bi xatirê te ez diçim. ``Cehnima te kiriye, biçe îşela rê de tu bê girtin û em ji te xilas bibin. Şev û roj behsa ked û kar dikî, lê deynê xwe nadî, dewarê dewar qey ji min fedî nakî,  tu ji vî rûspiyî jî fedî nakî.`` Heval Marks û Frederîk em rabin, dereng nemînin, dolmîş ê rabin..

29 Mart 2019 Cuma

Ez, Heval Marks û Firederîkê Kurê Axê- Beşa 5emîn*


    Ez Heval Marks û Frederîkê Kurê axê hatin Rûsyaye ba Rêheval Îlîç û Joseph.

    Rêheval Îlîç ser rewşa Erdalo⁩ diaxive rêhevalan hûn dibînin kedkar û karker sibehê heta nîvê şevê dixebitin. Ji bo rihetiya kompredor û serdestanç lê bila Erdal erqaş bizanibe. Êm ê her tim kabûsê wan bin. Rihetiya nivîna aramî nayîne. 
Joseph dibêje: Erdal benda çi ye? Bila tiştekî bike. Tiştekî, tiştekî, tiştekî!!!
Rêheval Îlîç dibêje: gelo Divê çi bê kirin?

   Rengê Rêheval Marks davêje û nişkave dibêje: "Dibe hemû karkerên cihanê bibin yek"
Rêheval Îlîç dibêje: Şemoye Kurd dibêje berî her tiştî Kurd im. Joseph  dîbêje: Ez di çavên wî de hesretiya sibîryaye dibînim. Frederîke Kurê Axê "Ne tu kes, ev bênamûse josephe wê pergala ma xera bike" û berê xwe dide mala bavê xwe.



   
   Pîştî gotina Frederîkê Kurê Axê pêvçûnek derket. Frederîkê Kurê Axê filitî lê belê Marks hat girtin. Marx " hey stalînê poz dolme bila yeka te nebe dudo, hêvî dikim tu xêre ji zarok û jinên xwe nebînî"




   Marks bi dengekî henûnî destê wî kelepçede "Zindana Moskovayê em ê bişkînin pola karkeran em ê derînin. Ha bajarê moskovayê ha bajarê me çima girtîne rêhevalên me" Karker û kedkar bi yek dengî dûbare kir xeynî Casimê Celîl. Casimê Celîl Kekê Marks tu ji Amedê tê were Kekê xwe himbez bikim...

*Destpêk wê bê nivîsandin.